Serokwezîr pêswaziyê li baylozên Îtalya yên Irak û Hewlêrê kir

25 tebax 2024 22:27
Serokwezîr pêswaziyê li baylozên Îtalya yên Irak û Hewlêrê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Balyozê Îtalyayê yê Iraqê Maurizio Griganti re, di nav de xurtkirina pêwendiyên Roma û Hewlêrê, gellek mijaran gotûbêj kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro, bi mebesta bidawîbûna erka wî, li paytext Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Îtalya yê Iraqê Maurizio Griganti kir.

Di hevdîtina de ku Konsulê Giştî yê Îtalya yê Hewlêrê Michele Camerota jî tê de amade bû de, pêşhateyên dawî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê hatin nirxandin.

Serokwezîr Barzanî, ji ber hewlên pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Îtaylayê spasiya Balyozê Îtalyayê kir.

Michele Camerota jî di axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya li hember hevkarî û hemahengiya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û balyozxaneya welatê xwe nîşan da û dupat kir ku Îtalya dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bike. .

Di hevdîtina de ku qala amadekariyên dawî yên hilbijartinên Parlemena Kurdistanê jî hate kirin de Serokwezîr Barzanî tekeziyê li ser wê yekê kir ku pêvajoya hilbijartinan di bin kontrola navnetewî de û dûrî destwerdan, binpêkirin, bi awayekî dadmend û bêalî birêve biçe.