Serokwezîr Neçîrvan Barzanî li Bexdayê ye

23 îlon 2018 02:48
Serokwezîr Neçîrvan Barzanî li Bexdayê ye

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo danûstanên pêkanîna hikûmeta nû û mijara serokomariya Iraqê gihîşte Bexdayê û li gel rayedarên payebilind ên Iraqê di civînê de ye.
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bi şanda li gel xwe ve gihîşte Bexdayê.
 
Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm û Serokê Dewleta Yasa Nûrî Malikî civiya û li ser danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû û mijara serokomariyê gotûbêj kirin.

Biryar e di çarçoveya serdanê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li gel rayedarên din ên payebilind bicive û gotûbêj bike. Herwiha divê PDK heta 25ê vê mehê navê berbijêrê xwe yê ji bo Serokomariya Iraqê bide parlementoyê.
 
Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Bexdayê di demekê de ye ku îro Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî serdana Hewlêrê kir û li gel Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî civiya û behsa pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, pêşhat û guhertinên herî dawî yên li hevkêşeyên nav proseya siyasî ya Iraqê hat kirin.