Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêswazî li Balyoza Awustralyayê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di 7ê Berfembarê de, pêşwazî li Balyoza Awustralyayê ya Iraqê Paula Ganley kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdan kiribû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya hewlên Balyoza Awustralyayê yên ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî kir û hêviya serkeftinê di erkê wê yê paşerojê de jê re xwest.
Balyoza Awustralyayê amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina têkeliyên ligel Herêma Kurdistanê, di warê veberhênan û bazirganiyê de nîşan da.
Di mijareke din a civînê de, dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û tekez li ser şandina mûçeyê fermanberên Herêmê hate kirin, da ku êdî zilm li wan neyê kirin û mafên wan neyê binpêkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin