Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêswazî li Konsulê Gistî yê nû yê Tirkiyeyê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê nû yê Tirkiye yê Herêma Kurdistanê Erman Topçu kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê nû yê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê Erman Topçu kiriye û ji ber dest bi karê xwe yê li Herêma Kurdistanê kiriye ew pîroz kiriye.
Li gor daxuyaniya hikûmetê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevdîtinê de tekeziya pêşxistina pêwendiyên dualî yên li ser bingeha berjewendiyên hevbeş kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî gringiya pêkanîna projeya Rêya Geşedanê kir û diyar kir ku bi saya vê rêya hesinî Iraq, Tirkiye û Ewropa bi hev ve têne girêdan
Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî herwiha amaje bi pêwîstiya beşdariya Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyên Iraqê ya di vê projeya stratejîk de kir.
Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê Erman Topçu jî di hevdîtinê de dilxweşiya xwe ya ji bo wergirtina erkê xwe yê li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez kir ku Tirkiye dixwaze di hemû waran de pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re zêdetir bi pêş bixe.
Çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de û hewlên ji bo destpêkirina hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê, mijarên din e hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin