Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Kurdistan ji veberhêneran re vekirî ye

09 îlon 2026 17:38

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî bi awayekî fermî Pêşangeha Navneteweyî ya Xanûbere û Veberhênanê ya Hewlêrê vekir, ku 300 şîrketên xwecihî û navneteweyî beşdar in. Barzanî diyar kir ku, tevî zehmetiyên li pêşiya herêmê, Kurdistan mezinbûna xwe didomîne û ji veberhêneran re vekirî dimîne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Kurdistan ji veberhêneran re vekirî ye

RûpelNews -

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî Pêşangeha Navneteweyî ya Xanûbere û Veberhênanê ya ku li Hewlêra paytext tê lidarxistin vekir.

Di daxuyaniya xwe ya li ser Xê de, Barzanî destnîşan kir ku 300 şîrketên xwecihî û navneteweyî beşdarî pêşangehê dibin.

"Kurdistan ji veberhêneran re vekirî ye"

Derbarê geşedanên aborî yên li herêmê de, Barzanî tekez kir ku tevî zehmetiyên heyî, mezinbûn berdewam dike.

Barzanî got, "Tevî zehmetiyên li pêşiya herêmê, Kurdistan mezinbûna xwe didomîne û ji veberhêneran re vekirî dimîne."

Pêşangeha ku li Hewlêrê tê lidarxistin, şîrketên xwecihî û navneteweyî yên ku di sektorên xanûbere û veberhênanê de kar dikin, tîne cem hev.