Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Papa Francis re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi papayê Vatîkanê Papa Francis re civiya
Demek beriya niha, Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li Romayê bi papayê Vatîkanê Papa Francis re civiya.

Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê spasiya papayê Vatîkanê kir ji ber peyam û şîretên wî yên bo kûrkirina rihê aştîxwazî û pêkvejiyanê di navbera gelan û baweriyên cuda de li Iraq û cîhanê.
Mesrûr Barzanî paşê li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, bi taybet di warên pêkvejiyana olî û etnîkî de, agahî dan Papa Francis û ragihand, pêkhateyên olî û etnîkî li Kurdistanê di nav aramî û bextewariyê de dijîn. Hikûmeta jî girîngiyek mezin dide vê yekê. Herêma Kurdistanê sitargeheka aram e bo sedan hezar koçber û penaber, ku ji ber şer ji deverên cuda yên Iraq û Sûriyê derbider bûne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji papayê Vatîkanê kir serdana Herêma Kurdistanê bike.
Papayê Vatîkan jî, ku mezinê katolîkên cîhanê ye jî, pesnê rola Herêma Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê da di çêkirina wê atmosfera aram de bo pêkhateyên ayînî û etnîkî û hewandina koçber û penaberan.
Papa Francis spasiya hikûmeta Kurdistanê jî kir ji ber ku her dem di xema pêkvejiyan û aşitî û aramiyê de bûye û di warê nehîştina tundî û terorê de jî gelek xebat kiriye û di vî warî de jî bi bandor bûye, di parastina azadî û mirovatî û maf û kerameta mirovan de jî gelek qurbanî daye.
Di civîna Mesrûr Barzanî û papayê Vatîkan de behsa rewşa krîstiyanên Kurdistanê jî hat kirin û hat gotin ku cih û pêgeha wan bi temamî parastî ye. Ev jî hat gotin ku Herêma Kurdistanê ne tenê bo mesîhiyên Kurdistanê belkû bo krîstiyanên Iraqê jî bûye sitargeheka aram û mînakeka bedew ya pêkvejiyanê.
Hêjayî gotinê ye ku, Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh jî li Romayê bi Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte re civiyabû û ligel wî behsa şerê li dijî terorê kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin