Mesrûr Barzanî: Bi pêswazîkirina cenabê Papa Francis serefmed im

07 adar 2021 19:05
Mesrûr Barzanî: Bi pêswazîkirina cenabê Papa Francis serefmed im

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî pêşwazîkirina Papayê Vatîkanê Papa Francis li Hewlêrê ragihand, “Ez bi pêşwaziya cenabê Papa Francis şerefmend im.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê tevî çend dîmenên pêşwazîkirinê got: “Ez şerefmend im ku pêşwaziya cenabê Papa Francis bo Kurdistanê dikim. Hatina cenabê wî û encamdana dua û nimêja bi komî li Hewlêrê, tekezkirina peyama xoşewîstî û lêborînê ye. Em pabendbûna xwe car din tînin ziman ji bo girîngîdana hejar û kesên çewisandî û zilmlêkiriyan.”

Mesrûr Barzanî di beşeke din de behsa azadiya olan li Herêma Kurdistanm dike û destnîşan kir: “Îro em bi hev re tekezî li rêzgirtina azadî û fire olî dikin, ev rêbaza ku li ser vê axê çendîn nifş in tê peyrewkirin.”