Balyozê Vatîkanê silav û spasiyên Papa gihand Mesrûr Barzanî
29 îlon 2022 22:36
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 29ê Îlonê, li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Vatîkanê yê li Iraqê Metran Mitja Leskovar kir.
Di civîna ku rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Vatîkanê hatin gotûbêjkirin de, Balyozê Vatîkanê silav û rêz, spasî û pêzanînên Papayê Vatîkanê gihande Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber hawarçûn û mazûvaniya aware û penaberan bi giştî û Krîstiyanan bi taybetî, ku di rewşeke aram û aştiyê de li Herêma Kurdistanê dijîn.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêşvebirina kultûra lêborîn û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda car din anî ziman.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Balyozê Vatîkanê yê Iraqê berî hatina Papa bi koronayê ket
28 sbt 2021
Jiyan
Serokê dewleta Vatîkanê Papa Leo yê 14 em, li Îznîkê tevlî ayînê bû
28 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin