Serokwezîr li gel sandeya leskerî ya Brîtanyayê civiya
PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke serbazî ya Brîtanyayî ya di bin serokatiya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Edward Ahlgren de bû kir.
Di dîdara li gel şandeya bilind a Brîtanya de mijarên sereke yên Herêma Kurdistan, Iraq û Rojhelata Navîn û tekoşîna li dijî DAIŞê hate gotûbêjkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şandeya serbazî ya Brîtanyayî ya di bin serokatiya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanyayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Edward Ahlgren de bû qebûl kir.
Di civîna ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê Andrew Beazley jî tê de amade bû de, li ser guhertin û pêşkeftinên rewşa giştî ya Iraq û deverê û pêşxistina hevahengî û alîkariyên ewlehî û serbazî yên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê û pêşketina pêvajoya çaksaziyên Wezareta Pêşmerge hate rawestandin.
Her du alî, ji bo rûbirûbûna rêxistina terorê DAIŞê li ser gringiya domandina piştgirîdayîna hêzên Pêşmerge hevnerîn bûn.
Di civînê de her wiha aliyan dîtin û nerînên xwe yên di derbarê siberoja erkê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê bi hev re parve kirin û di vê çarçoveyê de teqeziya li ser pêdivîtiya domandina piştgirîdayîna hêzên Pêşmerge, dabînkirina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê destnîşan kirin

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin