Serokwezîr: Ji bo mûçe divê em her meh bi Bexdayê re ser bikin

12 gulan 2024 21:40
Serokwezîr: Ji bo mûçe divê em her meh bi Bexdayê re ser bikin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ji ber hemû fon û sermayeyên dahatê yên Iraq û Herêma Kurdistanê di destê hikûmeta navendî ya Iraqê de ne, wek hikûmeta Herêma Kurdistanê ew bêçar dimînin ku ji bo mûçeyê karmendan her meh bi Bexdayê re şer dikin.

Li paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê bi serenavê “Konferansa Çandinî, Hişkesalî û Bandora Guherîna Avûhewayê ya li Ser Siyaset, Aborî û Demografiya Îraqê” hate lidarxistin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beşdarî vê koferansê bû û di derbarê mijarên sereke yên Herêma Kurdistanê de nirxandinan kir.

Serokwezîr di derbarê mûçeyên Herêma Kurdistanê de got: “Pare di destê min de nîn in. Her meh ji bo ew para me ya budceya Bexdayê ji me re bişînin, divê em bi Bexdayê re şer bikin."

Eger ji Iraqê ber bi Herêma Kurdistanê ve koçberî destpê bike, wê ji vir jî ber bi Ewropayê destpê bike û koçberî bi xwe re pirsgirêkên ewlehî û aboriyê tîne."

“Demografî guheriye”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi hişkesalî û guherîna demograyê jî kir û got: "Ji ber hişkesaliyê li hin cihan demografî guheriye û eger ji vê pirsgirêkê re çareyek neyê dîtin, ev pirsgirêk xê bibe mijareke metirsiyê. Bi avakirina bendav û golan me ji bo rêlibergirtina hişkesaliyê gavan avêtine û li hemberî guherîna avûhewa û hişkesaliyê li Herêma Kurdistanê çi pêwîst be em ê bikin."

Konferansa Çandinî, Hişkesalî û Bandora Guherîna Avhewayê ya li Ser Siyaset, Aborî û Demografiya Iraqê duh li Hewlêrê dest pê kir û îro jî berdewam dike.