Serokwezîrê Iraqê rêveberiya nû ya polîsê Diyalayê pejirand
23 mijdar 2024 18:59
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê, Mihemed Şîa El-Sudanî tayînkirina şefê nû yê polîsê parêzgeha Diyalayê tayîn kir.
Wezareta Navxwe ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, “Li ser pêşniyara Wezîrê Navxwe Ebdulemîr El-Şemmarî, Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şîa El-Sûdanî, General Mihemed Kazim wekî midûrê nû yê polîsê parêzgeha Diyalayê tayîn kir.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku El-Sudanî Rêveberê berê yê Polîsê Parêzgeha Diyalayê General Ala Xerîb El-Zubeydî ji bo posta Cîgirê Dekanê Enstîtuya Bilind a Ewlekarî û Pêşxistina Îdarî tayîn kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin