Serokwezîr: Hêvî dikin ti xwendekarek ji proseya perwerdehiyê bêpar nemîne

14 îlon 2021 13:29
Serokwezîr: Hêvî dikin ti xwendekarek ji proseya perwerdehiyê bêpar nemîne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di dema lêdana zengila sala nû ya perwerdehiyê li dibistaneke bajarokê Şeqkawa de diyar kir: “Spasiya xweragiriya mamosteyan dikim ku tevî hebûna Koronayê û rewşa xerap a aboriyê, nehiştin proseya perwerdehiyê raweste.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li dibistana Şehîd Îbrahîm Sebah Nasir li bajarokê Şeqlawa zengila sala nû ya perwerdehiyê da. Pişt re jî gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Mamosteyên birêz û xwendekarên xweşewîst, pîrozbahiya sala nû ya perwerdehiyê li we dikim. Gelekî dilxweş im careke din holên perwerdehiyê ji xwendekaran re hatin vekirin. Mixabin sala borî ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, proseya perwerdehiyê bi awayekî asayî berdewam nebû. Li vir spasiya hemû mamosteyan dikim ku tevî wê rewşa tendirustî û aboriyê ya ne li bar, wan her hewlek dan ji bo proseya perwerdehiyê berdewam be. Spasiya Wezîrê Perwerde û hemû stafê sektora perwedehiyê dikin ku hewlên mezin dan, da ku bi awayekî ciyawaz proseya perwerdehiyê berdewam be.”

Herwiha destnîşan kir: “Wek hûn dizanin, hewleke mezin hat dayîn ji bo bi awayê elektronîk xwendin berdewam be, ev jî sîmayeke gelekî pêşketî ye bi berawirdkirina bi sîstema herêmê re. Wane hatin dirustkirin, bi awayekî ku xwedekar bikarin bi awayê eliktronî di xwendina xwe de berdewam bin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de eşkere kir: “Ji ber hemû pirsgirêkên hatine pêş Herêma Kurdistanê, çi di warê aborî û çi di warê tendirustî de, me nikarî wek çawa di bernameya me de hatiye cibicî bikin, lê hêvîdar im di qonaxên pêş de bikarin girîngiyeke zêdetir bidin perwerdehiyê. Tevî wê jî me xemsarî nekir û me pereyên pêwîst ji bo nûjenkirina dibistanan û dabînkirina keresteyên xwendinê ji xwendekaran re dabîn kirin û bi Wezareta Perwerdeyê re li ser xetê bûn.”

Herwiha diyar kir: “Me karî zêdetir ji 13 hezar xwendekarên dest ji xwendinê berdane vegerînin. Hêvî dikin jî ti xwendekarek ji proseya perwerdehiyê bêpar nemîne.” Di berdewamiyê de got: “Di avakirina Kurdistanê de, me daxwaz kiriye her komelgeheke nişticihbûnê were avakirin, divê dibistaneke nû jî pê re were avakirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Perwerde sîmaya pêşeroja welatê me destnîşan dike. Em hewl didin, xwedekarên me baştirîn awayê perwerdeyê werbigirin, ji bo di pêşerojê de nifşekî me yê tendirust, niştimanperwer û jîngehparêz hebe. Hûn xwendekar, pêşeroja welatê me ne, bi perwerde, zanist û hezkirina welat û hev du, hûn dikarin welatekî bihêz avedan bikin û hûn dikarin rûbirûyî gendelî û her astengiyekê bibin.”

Herwiha diyar kir: “Li vir, ez careke din spasiya xweragiriya we dikim, spasiya xweragiriya mamosteyan dikim. Hêvîdar im hemû xwendekar serkeftî bin. Saleke xweş li pêş we be.”