Serokwezîr bi Xemîs Xencer re civîya
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de bi Xemîs Xençer re civiya. Di civînê de pêvajoya siyasî ya li Iraqê, pêşketinên herêmî û têkiliyên Hewlêr-Bexdayê hatin nîqaşkirin.
RûpelNews - Daxuyaniyek ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat weşandin nîşan da ku alîyan pêvajoya siyasî ya heyî ya li Iraqê nirxandin û li hev kirin ku derfetek nû ji bo hikûmeta federal derketiye holê da ku xizmetên dadperwer ji hemî beşên civakê re peyda bike.
Xemîs Xencer serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Bexdayê û destpêşxeriyên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan wekî "pir girîng" bi nav kir û got ku zemînek guncaw ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de hatiye afirandin.
Xencer piştî civînê axivî û diyar kir ku pêşketinên li herêmê hêzên siyasî yên li Iraqê neçar kirine ku helwestên zelaltir bigirin û êrîşên komên milîs ji bo aştiya civakî û ewlehiya neteweyî xetereyek çêdikin.
Her wiha hat ragihandin ku alîyan li ser avêtina gavên nû di derbarê ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û zêdekirina sewqiyatan bi rêya Bendera Ceyhanê nîqaş kirine.
Xençer derbarê pêvajoya siyasî ya li Iraqê de got ku hêzên siyasî piştî betlaneyê li ser temamkirina kabîneya nû li hev kirine û ji bo temamkirina avahiya hikûmetê dê di demek nêzîk de parlemento bicive.
Serokwezîr duh bi şandekê re çûbû Bexdayê.
