Serokwezîr Barzanî, portala vîzeya elektronîkî ya yekem ragihand
PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, portala vîzeya elektronîkî ya li Herêma Kurdistanê ku dê yekem car bê bikaranîn, ragihand.
Serokwezîr Barzanî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, bernameya hikûmetê ya di warê dîjîtalkirina xizmetên giştî de agahî parve kirin. Serokwezîr Barzanî diyar kir ku biryar e elektronîkkirina kar û barên hikûmetê, heta dawiya sala 2025an werin tekûzkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di derbarê mijarê de got ku “Di çarçoveya xizmetên hikûmetê de, me niha projeya E-Vîza (vîzeya elektronîkî) da destpêkirin.”
Serokwezîr Barzanî eşkere kir ku ev proje dê alîkariya hemû kesan bike ku dixwazin ji bo geştiyariyê yan jî veberhênanê serdana Herêma Kurdistanê bikin û ragihand ku bi rêya vê projeyê, kesên ku dixwazin serdana Herêma Kurdistanê bikin, dê di demeke kurt de vîzeya xwe bistînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin