Serokwezîr Barzanî: Pistî vê mehê mûçe bi tevahî dihên dayîn
PeyamaKurd - Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand kubiryara û sîstema mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanêhatîye hilweşandin û da zanîn ku ji vê mehê û şûnda mûçe bi tevahî dihên dayîn.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî derbarê mijara mûçeyên fermanberan da axivî û mizgînîyek da. Barzanî wiha got: Civîna Civata Wezîran taybet bû bi pirsa peşkeftkirina muçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê. Ez kêfxweş im ku îro rabigehînim ji vê mehê û pê da paşkeftkirina mûçeyan li Herêma Kurdistanê namîne û mûçe dê bi timamî bihênn dabeş kirin û ji vê mehê dest pê dike.
Weke hûn jî dizanin ew pereyê ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê tê 522 milyar dinar e, mûçeyên Herêma Kurdistanê ji vî pereyê ku ji Bexdayê tê zêdetir e. Mûçeyên fermaberên Herêma Kurdistanê, her weke wezîrê darayî diyar kirîye, 881 milyar dinar e û divê Herêma Kurdistanê wê ferqiyê timam bike.
Di heman civînê da me tekîd li ser wê yekê kir ku Herma Kurdistanê gelek cidiye pirsgirêkên xwe di warê darayî û neftê da di çarçoveya destûra Îraqê da bi Bexdayê ra çareser bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin