Serokwezîr Barzanî peyamek sersaxiyê bo wefata Cîhan Resîd Sindî belav kir

29 tîrmeh 2020 09:31
Serokwezîr Barzanî peyamek sersaxiyê bo wefata Cîhan Resîd Sindî belav kir

PeyamaKurd Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do bi peyamekê bo wefata Şêwirmenda Civata Wezîran Cîhan Reşîd Sindî, sersaxî li malbata wê kir.

Di peyama serxweşiyê de Serokwezîr Barzanî ragihandiye:

Bi kesereke mezin, me nûçeya wefata Xanim Cîhan Reşîd Sindî, Şêwirmenda Civata Wezîran bihîst. Sersaxiyê li malbata wê ya birêz dikim. Xwedayê mezin wê bi bihuşta xwe şad bike, aramî û hedariyê bi kesûkarên wê de.