Serokwezîr Barzanî, pêswazî li Mîrê Êzidiyan kir

17 nîsan 2023 00:33
Serokwezîr Barzanî, pêswazî li Mîrê Êzidiyan kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg qebûl kir.

Hat diyarkirin ku di hevdîtina îro hatiye kirin de tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê hatiye kirin. Li gorî agahiyên hatin dayîn, Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotiye ku ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, divê komên çekdar ên deryasayî ji navçeyê derkevin.

Li gorî daxuyaniya ji Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê hat ragihandin, di wê hevdîtinê de rewşa Kurdên Êzidî û rewşa devera Şingalê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Barzanî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo maf û daxwazên Kurdên Êzidî dubare kir û got ku divê rêkeftina ji bo asayîkirina Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de were cîbicîkirin.

Hat zanîn ku Serokwezîr Barzanî di heman demê de diyar kir ku ji bo asayîkirina rewşa deverê û avakirina navçeyê û vegera koçberan girîng e ku milîşe û komên çekdar ên neyasayî ji Şingalê derkevin.

Hat zanîn ku Mîr Hazim Tehsîn Beg jî spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku berdewam piştevana Kurdên Êzidî bûye.