Serokwezîr Barzanî derbasî Îtalya bû û ji wir jî diçe Vatîkanê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî bidawîbûna Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê, ligel şanda herêma Kurdistanê derbasî paytexta Îtalya Romayê bû.
Hat zanîn ku dê Mesrur Barzanî li Romayê bi Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte û berpirsên bilind ên Hikûmeta Îtalyayê re bicive û guftûgoyê derbarê hevahengiyên rûbirûbûna terorê de bike.
Herwiha di serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku ji Wezîrê Avedankirin û Niştecihbûnê Dana Ebdulkerîm, Wezîrê Veguhastin û Gihandinê Ano Cewher, Wezîrê Ewqaf û Karbarên Olî Piştîwan Sadiq û Wezîrê Herêmê Xalid Şiwanî pêk hatibû, derfetên weberhênanê bi kompanyayên Îtalyayê re guftûgo dikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî herwiha derbasî Vatîkanê dibe û bi Qedasetê Papa re dicive û behsa pabendbûna Herêma Kurdistanê bi pêkvejiyana olî û handana guftûgoyên di navbera olan de dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê serdana xwe bo Îtalya û Vatîkanê de ragihand: “Ligel qedasetî Papa behsa girîngiya pêkvejiyana olî li Herêma Kurdistanê û rûbirûbûna terorê dikin. Şanaziyê dikin ku Herêma Kurdistanê gelek hewla daye bo pêşvebirina guftûgoya di navbera olan de û keşeke aram bo peyrewên tevahiya olan li Herêma Kurdistanê peyda kiriye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin