Serokwezîr Barzanî bo salvegera wefata Mam Celal peyamek belav kir

03 cotmeh 2020 15:50
Serokwezîr Barzanî bo salvegera wefata Mam Celal peyamek belav kir

PeyamaKurd – Li ser salvegera wefata Mam Celal Talabanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya bo wefata Mam Celal Talebanî de diyar kir: ‘‘Di sêyemîn salvegera koça dawî ya Birêz Mam Celal de, rêz û pêzanînên min ji bo xebat û rola diyar a cenabê wî heye di tevgera siyasî ya Kurdistan û Iraqê de.

Ez pêzanînên xwe arasteyî Kek Bafil û Kek Qubad û şûnketiyên rasteqîn ên Mam Celal dikim.

Ez hêvî dikim bîranîna Mam Celal ji bo yekrêzî û tebayiya gelê me hander be.’’