Serokwezîr Barzanî: Bo 3 bankayên xwînê 4 mîlyon dolar hat serfkirin

25 îlon 2020 03:02
Serokwezîr Barzanî: Bo 3 bankayên xwînê 4 mîlyon dolar hat serfkirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku bo 3 bankayên xwînê yên Herêma Kurdistanê 4 mîlyon dolar pere serfkirine.

Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de  li ser rêvebirina bankayan ragihandinan kir. Barzanî di mesaja xwe de weha got:

“Bo birêvebirina 3 bankayan em her sal 4 mîlyon dolar pere vediqetînin. Ji ber xwîn jiyanê rizgar dike. Îsal 91 hezar unîte xwîn hatiye bexşandin û 3 hezar û 400 plazmayên xwînê bo nexweşên Covid-19 ê hatiye bexşkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di mijara bankayên xwînê de weha dewam kir:

“Bo jiyana nexweşan rizgar bikin em bo dermanên seretanê û dermankirina nexweşan pere serfdikin. Bo nexweşxaneyên xwe em tamîra ekîpmanan dikin û wan amade dikin. Başkirina xizmetguzariya tenduristiyê pereçeyekî girîng ji reformên Herêma Kurdistanê ye. Bi vê sedemê em bo ekîpman û tesîsan pere serfdikin.”