Serokwezîr Barzanî bi wezîrê karên hundir re hevdîtin kir

30 tebax 2019 02:32
Serokwezîr Barzanî bi wezîrê karên hundir re hevdîtin kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi wezîrê karên hundir yê Iraqê Yasîn El-Yasîrî û heyeta pêre hevdîtin kir. Hevdîtin li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê pêk hat.

Di hevdîtinê de wezîr Yasîrî razîbûna xwe bo nermbûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê anî ziman û ragihand ku di navbera wezareta karên hundir ya Kurdistanê û ya Iraqê de xweşbîniyeka gelek baş heye. El- Yasîrî got ku hemû arîşeyên navbera Kurdistan û Iraqê de, divê di çarçoveya makezagona Iraqê de bên çareserkirin.

Serokwezîr Barzanî jî, bo hevkarî û koordînasyona navbera her dû wezaretan, bo wan sipasiya xwe kir. Wezîrê karên hundir yê Kurdistanê Rêber Ahmed di hevdîtinê de amade bû û serokwezîr Barzanî ferman da, da kesên ku ji Iraqê tên û li Kurdistanê bicîhdibin, deh hezar dînarê ku hukumeta Kurdistanê ji wan distîne, nestînin.

Di hevdîtinê de pêşdeçûnên dawiyê yên li Kurdistanê, Iraq û herêmê diqewimin, hatin guftûgokirin.