Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê re axivî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright rewşa Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê gotûbêj kirin.
RûpelNews - Li gorî daxuyaniyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Wright di peywendiyeke telefonî de, geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê, her wiha rewşa sektora enerjiyê gotûbêj kirin.
Di peywendiuê de, wan tekez kir ku biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo hinardekirina petrolê bi rêya xeta boriya Herêma Kurdistanê bo Bendera Ceyhan a Tirkiyeyê, zextên li ser Iraqê û bazara enerjiyê ya cîhanî sivik kiriye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku ji bo parastina binesaziya enerjiyê û aboriya Herêma Kurdistanê pêdivî bi piştgirî û hevkariya berdewam heye û tekez kir ku divê gemaroya aborî were rakirin û êrîşên terorîstî werin rawestandin da ku şîrketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê karibin hilberînê zêde bikin.
Di heman demê de, guftûgo li ser aramkirina Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê jî hat kirin.
