Serokwezîr Barzanî bi emîrê Qatarê re axifî

15 gulan 2021 04:39
Serokwezîr Barzanî bi emîrê Qatarê re axifî

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê bi emîrê Qatarê bi Şêx Temîm b. Hamed El Sanî re axifî. Axaftin ber destê êvarê çêbû.

Di axaftinê de behsa têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Qatarê hat kirin. Her weha li ser pêşdeçûnên herêmê yên dawiyê axifîn.

Barzanî cejna emîrê Qatarê pîroz kir û bi sedema El Sanî êrîşa ser balafirgeha Hewlêrê şermezar kiribû, sipasiya El Sanî kir. Barzanî got ku ew amade ne bi Qatarê re têkiliyên bazirganî bipêş bixin û behsa girîngiya hevkariya navbera Hewlêrê û Dohayê kir û xwest pêwendî her berdewam bin.