Serokomarê Lîtvanya: Em ê ti tawîzan nedin Rûsyayê!
PeyamaKurd – Serokomarê Lîtvanya Gitanas Nauseda, piştî gefên Rûsyayê yên ser dorpêçên hatine sepandin ragihand ku wê Lîtvanya ti tawîzan nede Rûsyayê û li gorî dorpêçên Yekîtiya Ewropayê tevbigere.
Nauseda li ser mijara dorpêçên girtina rêyên bo Kaliningrad a Rûsyayê got ku pir eşkere ye ku wê Lîtvanya li gorî dorpêçên ji aliyê YEyê ve hatine ragihandin tevbigere û pêwîste Litvanya kontrola kelûpelên ji ser erda wê diçin pêk bîne û ti korîdorek jî ne mijara gotinê ye.
Li aliyê din doh Kremlînê ragihandibû ku wê bersiva wan a bo Litvanyayê ji bo gelê Lîtvanyayê gelekî cidî û bi bandor be û ev wekî gefa êrîşeke leşkerî hatibû nirxandin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin