Serokomarê Îranê derbarbarê Tirkiyeyê de daxuyaniyek da
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku ew spasdarê helwesta Tirkiyeyê ya li dijî êrîşên li ser Îranê û hevgirtina ku ji aliyê gelê Tirkiyeyê ve hatiye nîşandan, ne.
RûpelNews - Li gorî daxuyaniyeke nivîskî ya ku ji aliyê Serokatiya Îranê ve hat weşandin, di navbera Pezeşkiyan û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de peywendiyeke telefonî pêk hat. Di hevdîtinê de, egera çareseriyên ji bo bidawîkirina şerê heyî hatin gotûbêjkirin.
Pezeşkiyan spasiya wan welatan kir ku ji bo rawestandina êrîşên li ser Îranê hewl didin, û tekezî li ser helwesta Tirkiyeyê ya di vî warî de kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şermezarkirina êrîşan ji aliyê Tirkiyeyê ve û hevgirtina gel bi Îranê re hatine pêşwazîkirin.
Pezeşkiyan bang li welatê Îslamî kir
Pezeşkiyan diyar kir ku divê agirbesta demkî ya ku di navbera Îran û DYAyê de, ku Îsraîl jî di nav de ye, hatiye bidestxistin, tevahiya herêmê, tevî Lubnanê, li xwe bigire. Pezeşkiyan, ku destnîşan kir ku kiryarên Îsraîlê yên li herêmê metirsiya bêîstiqrariyê çêdikin, bang li welatên Îslamî kir ku hevgirtinê nîşan bidin.
Pezeşkiyan diyar kir ku divê civaka navneteweyî ji bo bidawîkirina êrîşên li herêmê, bi taybetî li Lubnanê, hewldanên mezintir bike û di vî warî de girîngiya zexta dîplomatîk a li ser DYE û Îsraîlê xist ber çavan.
"Berdewamiya agirbestê bi gavên dualî ve girêdayî ye"
Pezeşkiyan, ku diyar kir Îranê ji bo parastina aramiya herêmî agirbest qebûl kiriye, tekez kir ku berdewamiya agirbestê dê bi pêkanîna berpirsiyariyên aliyan ve girêdayî be.
