Serokomarê Iraqê li dijî Sûdanî û Wezîrê Darayî doz vekir

10 sibat 2025 00:58
Serokomarê Iraqê li dijî Sûdanî û Wezîrê Darayî doz vekir

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ji bo garantîkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê giliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û Wezîrê Darayî Teyf Samî kir.

Îro Yekşemê 09.02.2025, Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya Serokomariya Iraqê Hewre Tofîq di daxuyaniyekê de ragihand: "Roja 20ê Çile Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li Dadgeha Federalî doz li Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê vekir, ji bo garantîkirina mûçeyan."

Hewre Tofîq daxwaz jî kir ku pirsgirêkên teknîkî nebin asteng li pêşiya veguhestina mafên darayî yên karmendên Herêma Kurdistanê.

Tofîq amaje bi wê yekê jî kir ku daxwaz ji Dadgeha Federalî hatiye kirin, biryarê bide ku mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bi awayekî rêkûpêk û bê navber heta çareserkirina pirsgirêkan were dayîn.