Serokê Ukraynayê: Wan bi rastî bajarê Bahmut wêran kirin

10 berfanbar 2022 19:59
Serokê Ukraynayê: Wan bi rastî bajarê Bahmut wêran kirin

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy ragihand ku bajarê Bahmût ê li eniya Donetsk di encama êrîşên Rûsyayê de hema hema bi temamî wêran bûye.

Zelenskiy di peyama vîdyoyê ya ku li ser hesabê xwe yê Telegramê parve kir de diyar kir ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de pevçûnên herî tund li eniya Donetskê berdewam dikin.

Zelenskiy amaje bi wê yekê kir, rewşa li eniya şer li navçeyên girîng ên Donbas, Bahmut, Soledar, Maryinka û Kreminna gelek dijwar e û da zanîn, "Ev demeke dirêj e li van deveran cihekî ku agir û gule lê neketibe tune ye."

Zelenskî herwiha got, "Dagirkeran bajarê Bahmutê bi awayekî bi bandor wêran kirin û kirin bermahiyên şewitî."