Serokê Ukraynayê: Bahmut di bin kontrola me de ye
PeyamaKurd – Serokdewletê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy diyar kir, parastina bajarê Bahmutê ku di şerê li dijî Rûsyayê yê li wî welatî de ev demeke li eniya şer e li herêma Donetsk, ji bo wan girîngiyeke sereke ye.
Volodymyr Zelenskiy di peyama xwe ya vîdyoyê ya ku bi şev li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, geşedanên şerê navbera Rûsya û Ukraynayê ku ev nêzî 10 meh in dewam dike nirxand.
Zelenskiy da zanîn, wan bi rayedarên hêzên parastinê re hevdîtin kir û rewşa li eniyên şer ên ku pevçûn didomin nirxand û eşkere kir, êrîşên dijwar ên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê dewam dikin.
Zelenskiy destnîşan kir, êrîşên tund ên hêzên Rûsyayê bi taybetî ji bo bidestxistina bajarê Bahmût ê herêma Donetskê dewam dikin û wiha got: “Rewşa Behmût girîngiyeke sereke ye. "Bajar di bin kontrola me de ye, lê dagirker bi hemû hêza xwe hewl didin ku yek dîwar jî saxlem nemîne."
Em gav bi gav kêm dikin
Zelenskiy got, ew li noqteyên din ên eniyê şerê li dijî hêzên Rûsyayê didomînin û got, "Em gav bi gav potansiyela dagirkeran li herêma Zaporozhye, herêma Xersonê bi giştî li başûr kêm dikin."
Ji aliyê din ve Zelenskiy diyar kir, wan bi rayedarên artêşê re rewşa ewlehiyê ya li ser sînorên Ukraynayê ligel Rûsya û Belarusê jî gotûbêj kiriye û got, "Parastina sînorên her du Rûsya û Belarusê her tim li pêşiyê ye. "Em ji bo hemû senaryoyên berevaniyê yên muhtemel xwe amade dikin."
Zelenskiy da zanîn, di encama êrîşên moşekî yên li ser binesaziyên enerjiyê yên li Ukraynayê di 16ê Kanûnê de ji aliyê hêzên Rûsyayê ve, qutbûna elektrîkê pêk hatiye, Zelenskiy diyar kir, xizmetguzariya elektrîkê ji bo nêzî 9 milyon kesî bê elektrîk hatiye dayîn.
Zelenskiy got, wan di heyama zivistanê de bi pêşengiya Ukraynayê ji bo lidarxistina konferansa navneteweyî ya "Lûtkeya Aştiyê" dest bi xebatê kir û serokên welatên hevkar vexwend ku beşdarî lûtkeyê bibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin