Serokê Sirbistanê daxuyanî li ser Kosovayê da
PeyamaKurd – Serokê Sirbistanê Vucic li paytext Belgradê di axaftina xwe ya ji bo gel da têkiliyên Sirbistan-Kosovayê nirxand.
Vucic got, “Em difikirin ku yekane rêya çareseriya pirsgirêkan diyalog e. Pirsgirêk kom bûne."
Vucic herwiha da zanîn, ew ê li Brukselê bi rayedarên Kosovayê re hevdîtinê bikin û diyar kir, "Em roja Çarşem an jî Pêncşemê diçin Brukselê, ev ji bo me erkek e. Em difikirin ku yekane rêya çareseriya pirsgirêkan diyalog e. Pirsgirêk kom bûne. "
Rêberê Sirbistanê di berdewamiyê de bal kişand ser xwenîşandana parlemanterên opozisyonê li Meclisa Neteweyî ya Sirbistanê ku di rojên borî de bi daxwaza "hilbijartinên pêşwext" li dar xistin û da zanîn, ew bi rayedarên hikûmetê re civiyan û ew ê di zûtirîn dem de ji bo hilbijartinên pêşwext daxuyaniyekê bidin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin