Serokê PDK-Sê: Ti hincet ji bo pasxistina hilbijartinên parlamentoyê nemaye!

27 sibat 2023 15:29
Serokê PDK-Sê: Ti hincet ji bo pasxistina hilbijartinên parlamentoyê nemaye!

PeyamaKurd – Serokê PDK-Sê Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir, tu hincet ji bo paşxistina hilbijartinên parlamentoyê nemaye.

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Mihemed Hacî Mehmûd derbarê hilbijartinan de axivî.

Serokê PDK-Sê ev daxuyanî da:

“Tişta ku Kurd pê serbilind in, hilbijartin in. Ji bo diyarkirina roja hilbijartinê tu hincet nîne. Sedema vê yekê jî ew e ku hinek alî ji encamên hilbijartinê direvin. Herwiha her kes dibêjin em alîgirê hilbijartinan in, lê dema ku mijar tê pêkanîn, piraniya wan li gel encamên hilbijartinan nînin û pirsgirêkan derdixin.”

Muhammed Hacî Mehmûd got, “Niha mesele li ser pêkhateyan e. Bi dîtina min, divê ew bihêlin ku ew bi xwe 11 maseyan hilbijêrin,"

Serokê PDKê got: Bi baweriya min eger Herêma Kurdistanê bibe platforma yekane ya hilbijartinan wê baş be û wê di komîsyona hilbijartinan de jî guhertin çêbibin.