Iraq | Pasxistina hilbijartinên parlamentoyê tê nîqaskirin

23 tebax 2021 03:40
Iraq | Pasxistina hilbijartinên parlamentoyê tê nîqaskirin

PeyamaKurd – Ligel ku Komîsyona Hilbijartinên Iraqê ya Serbixwe ev çend car in dide xuyakirin ku wê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê di dema xwe de ango 10ê Cotmehê bêne lidarxistin jî nîqaşên paşxistina wan hilbijartinan jî dest pê kirine.

Tevgera Sedir ku biryara boykotkirina hilbijartinan daye, ditirse ku di hilbijartinên Iraqê de komên şîe yên nêzîkî Îranê piraniya kursiyên parlamentoyê bidest bînin û ji bo wê jî di boykotkirin û paşxistina hilbijartinên 10ê Cotmehê de rijd e.

Li gorî hinek zanyariyariyan îhtimal heye Tevgera Sedir hin aliyên din jî bikişîne cem xwe û hilbijartinan bide paşxistin.

Hêjayî gotinê ye, birêveçûna hilbijartinan di dema xwe de yan derengxistina wan, girêdayî rêkeftina Sedir û rikaberên wê yên siyasî ye, bi taybetî Hevpeymaniya Fetih û Dewleta Yasa, ku heta niha li ser derengnexistina hilbijartinên pêşwext ên parlementoya Iraqê rijd in.