Serokê Parlamentoya Iraqê yê berê rastî hewldaneke kustinê hat

28 gulan 2021 13:29
Serokê Parlamentoya Iraqê yê berê rastî hewldaneke kustinê hat

PeyamaKurd – Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî, do bi şev di otomobîla xwe de rastî hewldaneke kuştinê hat.

Şeva din li parêzgeha Diyala, bi gulleyan êrîşî otomobîla Selîm Cibûrî hate kirin û gor daxiyaniya ofîsa Selîm Cibûrî, du pasevanên wî birîndar bûne, lê ew bi xwe bi silamet e.

Selîm Cibûrî kesayetekî Sunnî ye û di navbera salên 2014 û 2018an de, Serokê Parlamentoya Iraqê bû.