Serokê Parlamentoya Iraqê ji ber mirina xwepêsanderan 3 roj sîn ragihand

31 tebax 2022 21:50
Serokê Parlamentoya Iraqê ji ber mirina xwepêsanderan 3 roj sîn ragihand

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, piştî bûyerên li Bexdayê ku bûne sedema mirina hejmarek xwepêşander û endamên ewlehiyê 3 roj şîn ragihand.

Helbûsî herwiha ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî daxwaz kir, şîna giştî li seranserê Iraqê ragihîne.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Mihemed Helbûsî eşkere kir, li ser daxwaza hejmarek ji parlamenteran, Serokê Parlamentoya Iraqê 3 roj şîn li nav parlamentoyê ragihand ji ber mirina hejmarek xwepêşander û endamên hêzên ewlehiyê di nava bûyerên çend rojên borî de.

Mihemed Helbûsî herwiha ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaz kir, ji bo heman mebestê, şîna giştî li Iraqê ragihîne.

Li aliyê din şandeke Tevgera Sedr a bi nûnertiya Muqteda Sedr jî bi mebesta gihandina hevxemiya xwe ji bo malbatan, beşdarî şîna kuştiyên aloziyên çend rojên borî yên Bexdayê bûn.