Serokê Parlamena Iraqê bi Qralê Siûdî re civiya
17 berfanbar 2018 23:02
PeyamaKurd - Serokê Parlamena Iraqê Muhammed Helbûsî ligel şandeya xwe serdana Erebistana Siûdî kir û bi Qral Selman re civiya.
Ajansa Fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê ragihand ku Qral Selman bin Abdulezîz şanda Iraqê li Koşka Yemame ya Riyadê pêşwazî kir û di hevdîtinê de, mijarên ser pêşxistina pêwendiyên herdu welatan hatin gotûbêjkirin.
Hat ragihandin ku Serokê Parlamena Iraqê Muhammed Helbûsî li ser vexwendina Serokê Konseya Şûreya Erebistana Siûdî Abdullah bin Muhammed Al eş-Şêx serdana Riyadê kiriye.
Mehek berê jî Serokomarê Iraqê Berhem Salih serdaneke fermî li Erebistana Siûdî kiribû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serokê Parlamena Iraqê Newroz li gelê Kurdistanê pîroz kir
21 adr 2021
Cîhan
Serok Barzanî pêswazî li Serokê Parlamena Iraqê kir
06 îln 2020
Jiyan
Serokê Parlamena Iraqê Helbûsî Îran sermezar kir
08 rbn 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin