Serokê MÎTa Tirkiyê bi Îlham Alîyev re civiya

06 îlon 2019 23:40
Serokê MÎTa Tirkiyê bi Îlham Alîyev re civiya

PeyamaKurd – Serokê Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan li Azerbaycanê bi Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev re civiya.

Li gorî zanyariyên medya tirk, Alîyev bi serokên îstixbaratên welatên bi tirkî diaxivin re civiyaye ku yek ji wan jî Serokê MÎTa Tirkiyê Hakan Fîdan e.

Derbarê naveroka hevdîtinê de ti agahiyek nehat belavkirin.