Serokê Konseya YE: Bi agirbesta 'qaso' dixwazin Kurdan teslîm bistînin...
18 cotmeh 2019 23:06
PeyamaKurd – Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk, li ser lihevkirina Amerîka-Tirkiyê ya agirbesta êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê got ku divê Tirkiye derhal bi awayekî mayînde dawî li operasyonê bîne.
Donald Tusk, li Brukselê ji rojnamevanan re ragihand, “Em banga ku Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî vekişîne û rêzê li hiqûqa navdewletî bike dubare dikin.”
Tusk ji bo agirbesta Amerîka-Tirkiyê jî peyva ‘qaşo’ bikar anî û got, "Agirbeta qaşo ne tiştê ku me hêvîdikir bû. Di rastiyê de ev ne agirbest e. Daxwaza teslîmbûn û danîna çekan e ji Kurdan.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Serokê Amerîkayê Trump: "Agirbesta Xezzeyê berdewam dike"
29 cot 2025
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin