Serokê Hûsiyan gef xwar: Em ê êrîsên li Deryaya Sor zêde bikin

07 sibat 2024 13:40
Serokê Hûsiyan gef xwar: Em ê êrîsên li Deryaya Sor zêde bikin

PeyamaKurd - Serokê Hûsiyan Ebdulmelîk El-Hûsî diyar kir ku heta êrîş û dorpêça li ser Xezzeyê neqede ew ê êrîşên xwe yên li Deryaya Sor zêdetir bikin.

El-Hûsî gef li DYA û Brîtanyayê xwar û got: "Eger êrîş û dorpêçkirina Îsraîlê ya li ser Xezzeyê neyê bidawîkirin wê êrîşên xwe yên li deryaya Sor berdewam bikin.

Serokê Hûsiyan gefên xwe wiha dom kir: "Em Îsraîl hişyar dikin ku êrîş û dorpêça xwe ya li ser Xezzeyê rawestîne, eger nebe em ê hewl bidin ku aloziyê zêdetir bikin."

El-Hûsî diyar kir ku gelê Yemenê di çarçoveya helwesta xwe ya mafdar û bi rûmet a li ser seferberiya leşkerî û giştî de wê hemû çalakiyên xwe yên li Deryaya Sor bidomînin û got ku gelê Yemenê li hemberî sêya xerab a DYA, Îsraîl û Îngilîstanê rawestiya. 

Hûsî diyar kir ku hêzên Hûsiyan duh danê sibehê êrîşî keştiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Brîtanyayê kirine û got: "Ji bo çi tiştê pêwîst, em ê dudilî nebin.
 
Hûsiyan duh ragihandibûn ku hêzên wan yek ya DYA û yek jî ya Brîtanya, du keştiyan bi mûşekên deryayî kirine armanc û di encamê de dû keştî rasterast rastî derbekê mezin hatine.