Serokê Hevpeymaniya Serwerî nerazîbûna xwe li hember biryara dawî ya Dadgeha Bilind de nîsan da

26 rêbendan 2023 15:27
Serokê Hevpeymaniya Serwerî nerazîbûna xwe li hember biryara dawî ya Dadgeha Bilind de nîsan da

PeyamaKurd – Serokê Hevpeymaniya Serwerî Xemîs Xencer bi peyamekê nerazîbûna xwe li hember biryara dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a di derbarê Herêma Kurdistanê de nîşan da.

Xemîs Xencer bi tweetekê eşkere kir: “Hêzên niştimanî ji bo bidestxistina aramiyê li welat, gelek hewl dane û ti saziyek li Iraqê nikare careke din gefê li vê aramiyê bixwe.”

Xencer da zanîn: “Kurdistan gelê me ye û nabe bi awayekî berovajî têgihîştina siyasî ya ku hikûmeta niha li ser hatiye avakirin, dest bi debar û samanên wan bibe.”

Dadgeha Federal a Iraqê do Çarşemê 26ê Çileya 2023an biryarek derxsit û hemû biryarên hikûmeta Iraqê yên girêdayî şandina pereyên Herêma Kurdistanê betal kirin.