Serokê Herêma Kurdistanê pêswaziya Serokê Dîwana Weqfa Sunnî kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do êvarî pêşwaziya birêz Serokê Dîwana Weqfa Sunnî Dr Se’ed Hemîd Kembeş û şandeke li gel wî kir.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û metirsiyên terorê û hilbijartinên paşerojê hate guftûgokirin û her du alî tekez li ser pêwîstiya Iraqê bi tebayî û pêkvejiyan û lêborînî û aramî û hevbeşiya hemû pêkhatan li pêgehên desthilat û birêvebirina welat de kirin û hevrê bûn ku divê pêkhatên Iraqî pêkve kar bikin, li gor destûr kêşeyên welat bêne çareserkirin û mafên tevahiya pêkhatan bêne desteberkirin.
Li beşeke din a hevdîtinê de, birêz Serokê Dîwana Weqfa Sunnî û şanda li gel, bi kurtî di derbarê pêkhatan û kar û çalakiyên wan xiste rû û tekez li ser nermî nîşandan û aştîxwazî û nermî gotariya weqfê kir ku li zêdetirê sêzdeh hezar mînberên mizgeftan û sedan xwendingehên amadeyî û peymangeh û kolêjan ve li hemû navçeyên Iraqê tê birêvebirin û xweşhaliya xwe bi karkirin û hemahengiya li gel aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê derbirî.
Şandê herwiha spas û pêzanînên xwe ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê dûpat kir ku pêşwaziyê li koçberên navçeyên sunniyên Iraqê kiriye û hemû hevkariyek pêşkêşî wan kirin ku demek de ji destê terorê DAIŞê, xwe spartin Herêma Kurdistanê û bê kêşe û bi aramî li vir man û hatin parastin û bi rêz ve muamele li gel wan hatiye kirin.
Birêz Dr. Mihemed Nûrî Elhatemî Birêveberê Giştî yê Fermangehê Kargêrî û Dr. Mişan Xelîl Elxezrecî Ragirê Kolêja Elîmam Ele’zem û Nûredîn Mihemed Hemîd Birêveberê Giştî yê Rêwresman û Hemahengiya Dîwana Weqfa Sunnî, endamên şandê bûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin