Serokê Herêma Kurdistanê, bi sandeke Amerîkayê re civiya
PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê pêşwaziya şandeke dîplomatîk a Amerîkayê kir. Hat ragihandin ku di civînê de rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û metirsiyên terorî hatine nirxandin.
Şanda Amerîkî bi Serokatiya Berpirsa Karên Rojhilata Navîn a Wezareta Berevanî ya Amerîkayê Diana Sttroll beşdarî civînê bû. Balyozê Amerîkayê yê Iraqê û Berpirsê Karên Siyasî û Ewlekariyê yê Amerîkî yê Hevpeymaniya Cîhanî jî di civînê de cihê xwe girtin.
Hat ragihandin ku di civînê de tekezî li ser berdewamiya piştevanî û hevkariyên siyasî û leşkerî yên Amerîkayê yên bo Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Her wiha li ser girîngî û domandina karên hevbeş gotûbêj hatiye kirin û li ser qurbanîdayînê, lehengiya pêşmergeyan hatiye nirxandin. Reformên nav Wezareta Pêşmerge, rewşa Kurdistan û Şingalê û pêşhatên li deverê, mijarên din ên civînê bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya Amerîkayê kir ku Hêzên wan bi berdewamî piştgiriya Hêzên Iraqî û Hêzên Pêşmerge yên li dijî DAIŞê dikin. Hat zanîn ku di civînê de aliyan li ser hewildanên pêkhateyên Iraqê yên ji bo derbaskirina welêt a ji qeyran û binbesta siyasî, wekî hev fikirîne û tekezî li ser girîngiya hemahengî û hevbeşiya navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ya ji metirsiyên terorê û parastina ewlekariya deverê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin