Serokê Herêma Kurdistanê bi Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê re civiya

18 gulan 2022 12:37
Serokê Herêma Kurdistanê bi Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Barzan bi Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de spasiya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê kir ku di dema karkirina xwe ya li Iraqê de di alîkarîkirin û pêşxistina têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Amerîkayê de roleka mezin hebû û jê re hêvî xwest ku di erkê xwe yê nû de serkeftî be.

Herwiha Balyozê Amerîkayê spasiya Nêçîrvan Barzanî, sazî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ji bo wê alîkarî û hevahengiya di dema erkê wî de li Iraqê digel wî û Balyozxaneya Amerîkayê hatiye kirin û hêvî xwest ku ew hevkarî û hevahengî berdewam be.

Di berdewamiyê de her du aliyan têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Amerîkayê û pêşxistina wan têkiliyan di hemû waran de û handana sermayedarên Amerîkayî ku di warên cuda de li Iraq û Herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin gotûbêj kirin. Rewşa Iraqê, pirsgirêk û astengiyên pêşiya prosesa siyasî û xebatên ji bona derbasbûna ji vê rewşê mijarên din yên civînê bûn.

Herî dawî rewşa Herêma Kurdistanê û têkiliyên di navbera aliyên siyasî de, prosesa hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê, gefên DAIŞê yên berdewam li deverê û çalakkirina bizava aborî li Herêma Kurdistanê çend mijarên din ên civînê bûn.

Erkê Matthew H. Tueller wek Balyozê Amerîkayê li Iraqê bi dawî tê û ji bo xatirxwestinê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.