Serokê Enstîtuya Kurd ya Berlînê: Yê ku zimanê dê nizanibe, nikare zimanên din jî bas hîn bibe

22 sibat 2023 04:20
Serokê Enstîtuya Kurd ya Berlînê: Yê ku zimanê dê nizanibe, nikare zimanên din jî bas hîn bibe

PeyamaKurd – Serokê Enstîtuya Kurd ya Berlînê û hem damezrênerê wê Dr. Feryad Fazil Omar, ji ber serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê zimanê Kurmancî de 2 biryarname îmze kir sipasiya xwe jê re ragihand. Fazil Omar ji bo K24 ê weha got:

“Min di sala borî de di konferansekî de li payîtext Hewlêrê gotibû mixabin tabelayên ku hatine daleqandin bi Kurdî nînin. Min behs kiribû ku her biyaniyên diçin Herêma Kurdistanê û demekî zêde li wê derê dimînin, divê wan hînî Kurdî bikin. Ji ber serokwezîr Mesrûr Barzanî van her dû pêşniyaran kir biryarname, sipasiya wî dikim û wî pîroz dikim.

Pêwiste temamê xetayên ziman ji mufredatan derxin ji ber nesla ku bê, wê zimanê xwe yê bav û kalan bi xeletiyan ve hîn bikin. Kesên zarokên xwe bi zimanên biyanî mezin dikin, ji zimanê dê bêpar dimînin. Divê di van dibistanan de girîngiyê bidin zimanê Kurdî.

Kesê zimanê xwe yê dê baş nizanibe, nikare zimanekî biyanî jî baş hîn bibe. Em ji bo zimanê Kurdî nefirikîn ku sîstemekî yekgirtî ava bikin.”