Serokê Amerîkayê bersiva nameya Mesrûr Barzanî da

23 tîrmeh 2022 19:37
Serokê Amerîkayê bersiva nameya Mesrûr Barzanî da

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bersiva nameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da û daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kir, pirsgirêkan çareser bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de nameyek ji serokê Amerîkayê Joe Biden re şandibû û wek bersiva wê nameyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî destpêşxeriyek bipêşxist ji bo gotûbêja çareseriya pirsgirêkên ku hatine cemidandin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt Bexdayê û li gor zanyariyên berdest Joe Biden di bersiva nameya Mesrûr Barzanî de daxwaz ji Kazimî kiriye pirsgirêkan çareser bike. Ji ber wê jî Kazimî destpêşxeriyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de daye destpê kirin.