Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji bo hilbijartinan bi Fraksiyonên Kurdistanê re dicive
22 rêbendan 2023 16:40
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokatiya Parlementoya Kurdistanê, ji bo guftûgokirina guhertinên yasaya hilbijartinan li Parlementoya Kurdistanê digel serokên fraksiyonên Partiyên Kurdistanê dicive.
Li gorî zanyariyan, wê Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi serokên fraksiyonan re guhertinên yasaya hilbijartinan û aktîfkirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan gotûbêj bike.
Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, piştî ku partiyên siyasî yên Kurdistanê li ser dem û awayê hilbijartinan heta niha lihev nekirine, biryara civînê daye ku tê xwestin ji bo lidarxistina hilbijartinan aliyan nêzîkî hev bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin