Seroka firaksiyona PDKê hisyarî dide: Dibe ku rewsa Iraqê aloztir bibe!

14 berfanbar 2019 20:53
Seroka firaksiyona PDKê hisyarî dide: Dibe ku rewsa Iraqê aloztir bibe!

PeyamaKurd - Seroka Fraksiyona PDKê li Parlementoya Iraqê hişyarî da û ragihand, dibe ku rewşa Iraqê aloztir bibe ji ber ku şîe nikarin kesekî bo posta serokwezîrtiyê destnîşan bikin.

Parlementera kurd û seroka Fraksyiona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî got, dema qanûnî ya destnîşankirina serokwezîrê nû yê Iraqê sibê bidawî dibe lê heta niha şirîkên hikûmetê nekarîn kesekî destnîşan bikin.

Sebrî got tirsa wê heye rewşa Iraqê aloztir bibe ji ber nakokiyên şîeyan di destnîşankirina kesekî de bo posta serokwezîrtiyê. Şîe bûne du alî. Aliyek tifaqa Saîrûn e û aliyê din jî ji firaksiyonên Feth-Dewleta Qanûn-Îrade û Kefae pêk hatiye.

Sebrî da zanîn, aliyê girêdayî Dewleta Yasa kesekî bi navê Mihemed Şiya Sûdanî wek kandîdê xwe destnîşan kirine lê heta niha bi fermî nehatiye ragihandin.

Piştî ku serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dest ji kar berdabû, parlementoyê 15 roj dem dabû serokomarê Iraqê da ku kesekî nû li şûna wî destnîşan bike.