Serok Mesûd Barzanî Ayad Allawî qebûl kir

24 îlon 2021 00:37
Serok Mesûd Barzanî Ayad Allawî qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Herêma Kurdistanê li Massîfê, serokê Koalîsyona Netewî yê Iraqê Ayad Allawî qebûl kir û pê re hevdîtinekî kir.

Di hevdîtinê de pêşdeçûnên dawî yên siyasî li Herêmê, hilbijartina di 10 ê cotmehê de ya li Iraqê û di dahatûya Iraqê de talûkeyên ku li pêşiya Iraqê ne, hatin guftûgokirin.