Serokê Hevpeymaniya Suniyên Iraqê: Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan roleke mezin lîst

25 hezîran 2024 21:31
Serokê Hevpeymaniya Suniyên Iraqê: Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan roleke mezin lîst

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Suniyên Iraqê Xemîs Xencer rola Serok Barzanî di çareserkirina pirsa Serokê Parlamentoyê de bilind nirxand û got, dê di rojên pêş de ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, gav bên avêtin.

Xemîs Xencer îro 25ê Hezîranê li parêzgeha Neynewayê di civîneke rojnamevanî de li ser hewlên hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê  got, dê di rojên pêş de gav ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê werin avêtin.

Xencer diyar kir: “Aramiya pêkhateyên Şîe, sune û kurd, bandora wê li ser aramiya hemû Iraqê dike û berevajî wê jî aramiya Iraqê, bandorê li aramiya hemû pêkhateyan dike.”

Xemîs Xencar got, piştî ku Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ji kar hat avêtin, heta niha parlamentoya Iraqê serokê nû destnîşan nekiriye û bal kişand ser rola Serok Barzanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidawîkirina nakokiyan.

Xencer da zanîn, Serok Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan roleke mezin lîstiye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Dadgeha Federalî roja 14ê Mijdara 2023an endamtiya Mihemed Helbûsî di Parlamentoya Iraqê de bidawî anîbû û Helbûsî ji posta Serokê Parlamentoya Iraqê hatibû dûrxistin ku heta niha jî serokê nû nehatiye diyarkirin.