Serokê Hevpeymaniya Ezim serkeftina hilbijartinê li Mesrûr Barzanî pîroz kir

30 cotmeh 2024 20:22
Serokê Hevpeymaniya Ezim serkeftina hilbijartinê li Mesrûr Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îor 30yê Cotmehê pêşwazî li endamê encûmena nûnerên Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Ezim Musenna El Samerayî kir.

Di hevdîtinê de danûstandin li ser rewşa giştî û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal a Iraqê hate kirin.

Serokê Hevpeymaniya Ezim ji ber serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir, ku proseya demokratîk serkeftî bûye.

Di beşeke din a hevdîtinê de behsa girîngiya çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser bingehê destûr û rêkeftina hate kirin.