Serokê Herêma Kurdistanê pêswaziyê li Serokkomarê Ermenistanê kir

29 sibat 2024 16:22
Serokê Herêma Kurdistanê pêswaziyê li Serokkomarê Ermenistanê kir
PeyamaKurd - Serokkomarê Ermenistanê Vahagn Xaçaturyan, di çarçoveya serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de li paytext Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Hate ragihandin ku wê herdu serok rewşa siyasî, aborî û ewlehî ya Rojhelata Navîn û herêmê û her wiha pêwendiyên Hewlêr û Êrîvanê gotûbêj bikin.

Serokkomarê Ermenistanê Xaçaturyan beriya ku bê Hewlêrê, li Bexdayê bi rayedarên Hikûmeta Navendî ya Iraqê re hin hevdîtinan pêk anîbû.

Xaçaturyan li Frokexaneya Hewlêrê ya Navneteweyî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû pêşwazîkiririn.

Pêwendiyên Êrîvan û Hewlêrê

Ji ber têkiliyên dîrokî ên Ermen û Kurdan ku bi sedsalan li gel hev jiyane, serdana Serokkomarê Ermenistanê ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve gring tê dîtin lewre li sê parçeyên Kurdistanê Bakur, Başûr û Rojava gelek Ermen û li Ermenistanê jî gelek Kurd hene.

Li gorî daneyên serjimêriya Ermenistanê ya 2011an, li Ermenistanê herî kêm 37 hezar Kurd dijîn, lê belê Înstîtuya Kurd a Cenêvê destnîşan dike ku hejmara Kurdên li Ermenistanê nêzîkî 700 hezarî ye.

Ji aliyê pêwendiyên fermî yên Êrîvan û Hewlêrê ve jî pêwendiyên herdu aliyan gring tê nirxandin lewle her du alî di warê perwerdeyê de jî hevkariyê dikin.

Li gor daneyên fermî, heta dawiya 2023yan nêzîkî 400 xwendekarên ji Herêma Kurdistanê li zanîngehên taybet ên Ermenistanê xwendine.

Ji aliyê din ve pêwendiyên aborî yên Hewlêr û Êrîvanê jî roj bi roj geştir dibe. Li gor daneyên Balyozxaneya Ermenistanê, qebareya bazirganiyê ya her du aliyan ji 250 milyon dolarî derbas kiriye.