Serokê CIAyê: Metirsiya herî mezin a di navbera Îran û Îsraîlê de “hesabên xelet” in

08 cotmeh 2024 17:39
Serokê CIAyê: Metirsiya herî mezin a di navbera Îran û Îsraîlê de “hesabên xelet” in

PeyamaKurd –   Serokê CIAyê William Burns li Gurcistanê axiviye û gotiye, “Washington bawer dike ku ne Îran û ne jî Îsraîl li şerekî berfireh digerin, lê îhtimala mezinbûna şer pir aşkere xuya dike.”

Li gorî wî, Îsraîl “bi baldarî dinirxîne bê ka çawa dê bersivê bide êrîşa mûşekî ya dawî ya Îranê.” Lê wî red kiriye ku li ser berteka Îsraîlê şiroveyên spekulatîf bike.

Serokê CIAyê gotiye: “Ez difikirim ku em hemî jî ji encamên cûrbecûr ên êrîşan û bandora wan a li ser bazara cîhanî ya enerjiyê agahdar in.”

Burns ragihandiye ku “Biryardara dawî yê li Îranê Elî Xamineyî, rêberê Komara Îslamî ye û rêxistina CIAyê  tesbît nekiriye ku ew bixwaze ku asta şer kêmtir bibe.”

Wî aniye zimên ku “Hê jî hinek hêviyên wî hene ku rêkeftinek di navbera Îsraîl û Hemasê de çêbibe ku bibe sedema azadkirina dîlên îsraîlî. Lê wî tekez kir ku danûstandin pir dijwar in û wek zinarekî xuya dikin ku divê mirov her roj ber bi jor ve li pişta xwe bike.”